Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir 2023-02-07 15:13:31   AMED - Şandeyek HDP’ê li Amedê serdana malbatên li ber avahiyên hilweşandî sekinîne kir û piştevaniya xwe parve kir.    Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Remziye Tosûn, Garo Paylan, Dêrsim Dag û rêveberên HDP’ê pêk dihat, li Amedê serdana malbat û welatiyên ku li ber avahiyên hilweşandî sekinîne kir. Şandeya HDP’ê derbarê rewşa dawî de agahî girtin û piştevaniya xwe bi malbat û welatiyan re parve kirin. Şande ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê xwest.    Welatiyên ku li ber avahiya Cengîzler a li semta Tesîslerê disekinin ji şandeya HDP’ê re gotin, “Jixwe me bi zorê debara xwe dikir niha jî ev felaket hat serê me. Êdî bes e me rizgar bikin. Em ji birçiya dimirin, em nikarin debara xwe bikin. Dewlet viya hemû dike. Welehî dewlet viya dike. Me 5 milyar kirê dida lê xanî bi ser me de hilweşiya. Dewlemendan vê desthildariyê museletî ser me kirin. Êdî bêjin bes e.”    Şandeya HDP’ê li van avahiyên hilweşiyane yek bi yek geriyan û serdana xelkê kirin.