Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin 2023-02-07 16:31:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê kirin.    Birîndarên li bajarên Hatay, Osmaniye û navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê ku ji bin kavilên erdhejê tên derxistin sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê hatin kirin. Li navenda Hatayê û navçeyên wê ceyran û av hatiye qutkirin. Şebekeyên telefonan jî nakişînin. Li ser rêya di navbera Îskenderûn û Hatayê de jî rê li çûnehata wesayîtan hatiye girtin.    Li aliyê din dîwarên Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ku birîndar sewqê wê hatine kirin, ji ber erdhejê derizîne.