Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin! 2023-02-07 16:35:30   STENBOL - Li Tirkiye û Kurdistanê 392 otêlan deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin.    Erdhejên ku navendên wan Mereş û Dîlok bûn, li bajarên Amed, Riha, Meletî, Xarpêt, Mereş, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê rê li ber karesatên mezin vekir. Di encama erdhejan de heta niha herî kêm 3 hezar û 419 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 hezar kes jî birîndar bûn. Li bajarên ku erdhej lê çêbûye û li bajarên weke Wan, Antalya, Merdîn, Isparta, Kocaelî, Çanakkale, Eskîşehîr, Aydin, Trabzon, Bedlîs, Karabuk, Enqere, Samsun, Denîzlî, Bursa, Stenbol, Rîze, Afyon, Nevşehîr, Kastamonu, Karaman, Gumuşhane, Êlih, Amasya, Balikesîr, Mugla, Burdur, Riha, Sînop, Erzîngan û Aksarayê deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin. Li tevahiya Tirkye û Kurdistanê heta niha herî kêm 392 otêlan bi giştî hezar û 877 odeyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin. Lîsteya otêlên behsa xeberê wiha ye: (https://www.otelz.com/tr/gecmisolsunturkiyem)