Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin! 2023-02-07 16:43:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên kantonên Efrîn û Şehbayê bi mebesta bidawîkirina ambargoyê bang li hikûmeta Şamê kirin û xwestin ku alîkarî bigihijin mexdûrên erdhejê.    Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantonên Efrîn û Şehbayê têkildarî erdheja li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li Kampa Serdemê hate kirin û ji hêla Cîgirê Hevserok Cemal Reşîd ve hate xwendin.    Reşîd, da zanîn ku welatiyên ji Herêma Efrînê jî ji karesata heyî bibandor bûne û wiha got: “Li Şehbayê 2 jê giran bi giştî 10 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Helebê. Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê jî gelek kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser herêmê, mercên jiyanê yên mexdûrên erdhejê du qet zêdetir giran dike. Dike ku nekarin xwe bigihînin alavên jiyanî, mazot û dermanan.”    Bi domdarî Reşîd anî ziman ku bi hezaran kesên ji erdhejê bibandor bûn xwe gihandine Kantona Şehbayê û wihya dawî li axaftina xwe anî: “Tevî ambargoyeke giran jî weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Efrîn û Şehbayê me hemû derfetên xwe seferber kirin û ji mexdûrên erdhejê re bûn alîkar. Banga me ji bo rêxistinên mafên mirovan ew e ku rêyekê vekin, ambargoyê bidin rakirin û alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê. Divê di van pêvajoyên zehmet de em bibin yek.”