Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe 2023-02-07 16:47:57   RIHA – Malbata Şenyaşar ku li ber edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal peymaek belav kir û ragihand ku dê heta 13’ê Sibatê navberê bide çalakiya xwe û alîkariya mexdûrên erdhejê bike.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê ji malbata Şenyaşarê 3 kes qetil kiribûn. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji ber vê di 9'Ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek belav kir ku ji ber erdhejên li Bazarcixa Mereşê çêbûn û bandor li Rihayê jî kiriye, dê heya 13'ê Sibatê navberê bide çalakiya xwe û alîkariya mexdûrêne rdhejê bike.    Peyama malbata Şenyaşar bi vî awayî ye: “Di encama erdheja çêbû de li welatê me karesateke çêbû. Em ê jî bi qasî ku ji destê me tê alîkariya welatiyên xwe bikin. Ji ber vê em ê heta 13’ê Sibatê navberê bidin çalakiya xwe. Dem dema alîkarî û duayan e.”