Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine 2023-02-07 17:00:23   NAVENDA NÛÇEYAN – UNESCO'yê diyar kir ku ji bo avahiyên dîrokî yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de pispor hatine seferbekirin.    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, têkildarî avahiyên dîrokî yên ji ber erdhejên Mereş û Dîlokê hilweşiyane daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajarê kevn ê Heleba Sûriyeyê û Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê texrîb bûne.    XIRABREŞK    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Keleha Dîlokê, Baxçeyên Hewselê û hin avahiyên li Qada Peyzaja Çandî yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de texrîb bûne û hatiye gotin ku dibe ku qadên din ên di Lîsteya Mîrateya Çandî de jî bandorê ji erdhejê bigirin. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji xeynî herêma Xirabreşkê ya Rihayê, Çiyayê Nemrûdê yê Sûriyeyê û Meletiyê, qada arkeolojiîk a neo-Hîtîtê jî bi xetereyê re rû bi rû ye. UNESCO'yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku divê ev herêm demildest bên parastin.