Alikariya HDP’ê hat astengkirin 2023-02-07 19:01:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariya ku Rêxistina HDP’ê ya Elkê û Şaredariya Panosê ya HDP’î xwestin ji herêmên ku erdhej çêbû re bibin hat astengkirin.     Li Şirnexê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel avakirina koordînasyona krîzê li her 5 navçeyê xwe ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê  kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Yek ji navçeya wê li Elkê rêxistina HDP’ê ku xwest alikariyê kom bike ji aliyê qeymeqam û miduriyeta polîsan ve gef li wan hat xwarin û hate gotin ku heger ku ew alikariyê kom bikin dê der heqê wan de lêpirsînê bê vekirin.    Hevserokê HDP’ê yê Elkê Ferhat Temel der barê mijarê de axivî û wiha got: “Li ser navê gelê Bêşebabê me xwest ku bi hevalên xwe re ji bo mexdûrên erdhejê  nan, cil û betanî kom bikin, lê ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê ve em hatin astengkirin û ji me re hate gotin ku hûn alikariyê kom bikin em ê der heqê we de lêpirsînê vekin.”   Temel got ku tevî gefan jî bi hevkariya Baroya Şirnexê ew alikariyê kom dikin û banga hestiyariyê kir.   WAN   Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du rojin ji bo cihên erdhej çêbû xwurek û malzemeyên xwe gerimkirinê kom kirin lê ji ber Rewşa Awarte (OHAL) destûr nehate dayîn. TIR careke din şandin navenda navçeyê. Hevşaredarê Panosê Emrah Kiliç têkildarî astengkirinê de wiha axivî: “Tişrek ji şaredariyên AKP’î re nayê gotin lê alîkariyên me tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku malzemeyên bi keda gelê Panosê hatin komkirin û divê bilezgînî bên şandin, bişînin. Miduriyeta polîsan ji me re got ku hûn nikarin alîkariyê bixwazin. Dîsa jî ji bo ku ev alîkarî biçe tişta ji destê me bê em ê bikin.”   Ne tenê li Panosê,  TIR’ên alîkariyê yên Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên Wanê komkirin jî hatin astengkirin. Ji serlêdanên ji AFAD’ê tên kirin re bersiv nayê dayîn.