MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe 2023-02-07 19:30:03   AMED - MED TUHAD-FED ji ber rewşa erdhejê bang li Wezareta Dadê kir û xwest ku bi berpirsiyariya xwe rabe.    Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) bi boneya erdheja navenda wê li Bazarcixa Mereşê ye û tesîrê li ser 10 bajaran kiriye û bi metirsiya ku tesîrê li ser girtîgehan kiriye jî, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi deh hezaran avahî hilweşiyane û gel li benda alîkariyê ye û ji bo xelkê piştevanî nehatiye kirin.    ‘TUTSAK AİLELERİ KAYGILI’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku malbatên girtiyan serî li girtîgehên ku erdhej lê qewimî ye dane û wiha hat gotin: “Malbatên girtiyan ji ber rewşa erdhejê derbarê girtiyên xwe de bi fikar in. Bi taybetî têkildarî rewşa girtîgeha Meletiyê ku hîn dîmen derbarê wê de hatine belavkirin, raya giştî dixe nava fikaran. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku demildest bi berpirsiyariya xwe rabe û tişta pêwîst bike.”