Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye 2023-02-07 20:04:25   HATAY – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li navçeyên Antakya û Samandagiyê rûxandina piştî erdhejê raçav kir, destnîşan kir ku li Hatayê dewlet û desthilat tune ne û êş û rûxandineke mezin heye. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serdana navçeyên Antakya û Samandagiyê yên Hatayê kir ku bandoreke mezin ji erdhejê girtine. Parlementerên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Zuleyha Gulum û Huseyîn Kaçmaz û hevserok û rêveberên HDP’a Hatay, Edene û Mêrsînê jî hevrêtî bi Sancar re kirin. Sancar ku li Taxa Armûtlûyê rûxandina ji ber erhejê raçav kir, li vir bi welatiyan re sohbet kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku piştî hatiye herêmê bandora erdhejê dîtiye. Sancar diyar kir ku Antakya bi temamî bi çarenûsa xwe re rû bir û hatiye hiştin û got: “Me li vir gelek avahiyên hilweşiyayî dîtin. Lê xebatên rizgarkirinê tune ne. Mirov li derve ne. Derfetên hêwirandin û germkirinê, av, nan û kon tune ne. Yanî bi kurt û kurmancî li vir dewlet û desthilat tune ne. Êş, hmrs û di destê me de tekane derfet piştevanî heye. Lê em dibînin ku alîkarî bi her awayî tên astengkirin. Me birînên erdheja 1999’an a Golcukê bi piştevaniyê pêçabû. Lê niha rê li ber vê jî girtine. Lê dîsa jî ji bo em bi hev re birînan bipêçin, em bang li gelan dikin.” BANGAWAZÎ Sancar bal kişand ser dijwariya karesatê û got: “Erdhej, karesateke xwezayî ye. Lê ya ku wê vediguherîne rûxandineke civakî û trajediyeke mirovî, rêbaz in. Ger tevdîr berê hatibûûna girtin û alîkariya lezgîn û xebat bil ez bihatan kirin, dê êşeke ev qasî mezin rû nedane. Niha peywira me em piştevaniyê mezin bikin. Em ê bi hev re jiyanên ku pergalê ew xera kirine ava bikin. Em ji bo windahiyên xwe sersaxiyê dixwazin û ji bo yên mayî sebrê dixwazin. Ji bo me deyn e ku em bi hev re vî welatî ji vê karesatê xelas bikin.” Heyet paşê çû navçeya Samandagiyê û li vir hin serdan kirin.