Doza Kobanê hat taloqkirin 2023-02-07 20:10:07   ENQERE - Doza Kobanê taloqî 28’ê sibatê, 1 û 2’ê adarê hat kirin û biryar hat dayîn di vê dîrokê de dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş bike.    Danişîna 21’emîn a Doza Kobanê di roja 1’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.    Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Gelek parêzeran dozê şopand.    Şandeya dadgehê navber da danişînê û piştre biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê taloqî 28’ê sibatê, 1 û 2’ê adarê hat kirin û biryar hat dayîn di vê dîrokê de dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş bike.