Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir 2023-02-07 20:17:14   AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li ser navê Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê daxuyanî da û wiha got: “Alîkariyên tên ji hêla AFAD û walîtiyan ve tên astengkirin. Banga me ji bo gelê me ew e ku bi ruhê seferberiyê tev li xebatên alîkariyê bibin.” Li ser navê Koordînasyona Krîza Erdhejan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk  û Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag  têkildarî bandora erdhejên Mereş û Dîlokê, çavdêriyên xwe, agahiyên ji herêmê berhev kirine û astengkirinên hikûmetê daxuyanî dan. 'BANGA ALÎKARIYÊ LI HER KESÎ DIKIN’ Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag di serî de sersaxî bo malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Akdag, da zanîn ku hemû hevalên wan ên di lijneya koordînasyonê de cih digirin li her deverên erdhej lê çêbûye dixebitin û wiha got: “Maseyên krîzê hatine avakirin. Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û TJA pêşengtiya maseyên krîzê dikin. Hevalên me yên di maseyên krîzan de dixebitin, niha li her deverên erdhej lê çêbûye dixebitin. Di her alî de alîkariyê didin. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku tev li xebatên alîkariyê bibin. Divê pêdiviyên sereke bên peydakirin. Fenera destan, sobe, mamayê pitikan, pateyê pitikan, ped û cil û bergên zivistanê pêwîst in. Di vê mijarê de em li ser banga koordînasyonê bang dikin.” 'ME RUHÊ SEFERBERIYÊ JIYA’ Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî li ser navê koordînasyonê sersaxî ji malbatên ku xizmên xwe winda kirine xwest û ev tişt anî ziman: “Heman karesat li gelek welatan çêdibin lê ji ber ku tevdîran digirin, pêşî li ber windahiyan tê girtin. Ev du roj in em ji nêz ve dişopînin û dibînin ku karesatên mezin pêk hatine. Lê belê ya ku rê li ber karesatên mezintir vedike ew e ku îktîdar tu destwerdanan nake. Di vê mijarê de AFAD bi berpirsyariya xwe ranabe. Ev du roj in hêj gelek mirovên me di bin xerabeyan de ne. Ev yek jî nîşaneya wê ya herî şênber e. Li gel ku destwerdanên pêwîst nehatin kirin jî, me tevî hevalên ku di koordînasyonên HDP û saziyên me yên din ava kirin de dixebitin re ruhekî seferberiyê jiya.” 'ERDHEJ NABE AMÛRA SIYASETÊ’ Bi domdarî Ozturk anî ziman ku komên AFAD’ê ji pênc kesan pêk tê û 15-20 kesên di nava koordînasyonê de cih digirin xwestin tev li xebatan bibin û wiha domand: “Lê belê hatin astengkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin ku erdhejê bikin amûra siyasetê. Mijara behsa xeberê mijareke însanî, wijdanî û exlaqî ye. Mirovên me ev du roj in di nava van şert û mercên giran ên zivistanê li benda rizgarbûnê ne. Nayê qebûlkirin ku pêşî li ber kesên dixwazin bi hawara wan biçin bên astengkirin. Bi rêya vê koordînasyonê jig elek bajaran re alîkarî hate şandin. Lê ji bo ku alîkarî negihijin gel, tên astengkirin. Em van alîkariyan nakin amûra siyasetê. Ev yek, bêwijdanî ye. Heke bibêjin ku divê alîkarî teqez bi destê AFAD’ê bên belavkirin, wê demê me qebûl e. Derdê me ne ew e ku vê alîkariyê teqez HDP bike. Em ji hêla însanî û wijdanî ve nêz dibin.” 'YÊN KU NAN Û AV DIXWAZIN HENE’ Di berdewamê de Ozturk diyar kir ku divê AFAD û rayedarên din li ber alîkariyên HDP’ê astengiyan dernexînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev alîkarî tavilê ji mexdûrên erdhejê re bên şandin. Di vê mijarê de helwesta me pir zelal e. Dev ji pêdiviyên bingehîn berde, yên ku nan û avê dixwazin hene. Astengkirina alîkariyan, dê karesata heyî hêj mezintir bike. Em li vir bangî tevahiya raya giştî dikin; berpirsyarî ya me tevan e. Divê em tevek biçin deverên ku karesat lê çêbûye û têkoşînê mezintir bikin. Divê hemû kes li hemberî zehmetiyên heyî dengê xwe bilind bikin. Bi vê rêyê em dikarin mirovan rizgar bikin. Mijara behsa xeberê erdhej e. Her roja ku bi ser re derbas dibe, zirar e.”