Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin 2023-02-07 20:37:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin ragihandin ku ew peyama hevgirtinê ji xelkê re dişînin û dê bi armanca piştgiriyê kelûpelan bişînin.      Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Jinan tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe peyama sersaxiyê û hevgirtinê ji bo bi milyonan kesên bûne mexdûrên erdhejê re şandin. Jinan bi rêya malbatên xwe diyar kirin ku roja erdhej pêk hatiye gardiyanan avêtiye ser qawîşên wan û kelûpelên wan desteser kirine. Jinan da zanîn ku di rojek ku ew rewşa gelê xwe meraq dikin lê bi ser qawîşên wan de tê girtin û gelek kelûpelên wan hatine desteserkirin. Jinên girtî ragihandin ku ew kelûpelên wek hîjyenê yên jinan, bezên zarokan û betaniyean dişînin ji xelkê ku bûye mexdûrê erdhejê. Jinan got hindik be jî ew dixwazin ku piştevaniya xelkê xwe bikin.