Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin 2023-02-07 20:40:36   SEMSÛR - Tîmên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 36 saetan li Semsûrê hatin veguhestin. Ji ber ku hejmara tîman kêm in, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir zehmet derbas dibin.    Di encama erdhejên Mereş û Dîlokê de li Semsûrê bi sedan avahî hilweşiyan. Tevî vê yekê jî tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 36 saetan li bajar hatin veguhestin. Xelkê bajar jî tev li xebatan dibe û niha xebat li ser xerabeyên ku dengê mirovan lê tên didomin.    Li Taxa Nû ya bajar jinek ji bin xerabeyan hate derxistin lê piştre jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji bo rizgarkirina ciwanê bi navê Mert Kamer jî xebat tên domandin. Hat ragihandin ku hejmara tîmên ji bo bajar hatine veguhestin û alavên pêwîst kêm in lewma jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir zehmet derbas dibin. Hat zanîn ku tîmên rizgarkirinê ji gel çenteyên destwerdana ewil kirine.