Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin 2023-02-07 20:43:49   ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Turkoglûya Mereşê tên ragirtin bi rêya malbatên xwe ragihandin ku ew dixwazin neqlî girtîgehên bên kirin.      Girtiyên li Girtîgeha Turkoglûya Mereşê ya Tîpa L’yê tên ragirtin ji ber xesarên dijwar li girtîgehê pêk hatiye xwestin neqlî girtîgehên din bên kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe anî ziman ku xesarek mezin pêk hatiye û ew bi erdhejokan re rûbirû dimînin. Girtiyan diyar kir ku rewşa jiyana gelek girtîgehan di bin xetereyê de ye û xwestin girtîgeh bê valakirin.    Malbatên girtiyan jî dan zanîn ku rewşa zarokên wan di bin xetereyê de ye û xwstin bi lezgînî mudaxileyî rewşa wan bê kirin.      Parêzerên girtiyan jî diyar kirin ku girtiyan xwestiye neqlî girtîgehên bajarên Aksaray, Enqere û Kayseriyê bên kirin.