Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê 2023-02-07 20:48:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Di mijara xwegihandina herêmên erdhejê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Gelek rêbej û rêhewa li hatin û çûnê hatin girtin. Piştî erdheja li Mereş û Dîlokê ku bandoreke mezin li ser 10 bajarên din jî kirin, di mijara xwegihandina herêmên erdhejê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Li gorî daneyên AFAD’ê, rewşa dawî ya xwegihandina herêmên erdhejê wiha ye: RÊHEWA Balafirgehên Meletî, Edene, Amed û Semsûrê ji hatin û çûnan re vekirî ne. Balafirgehên Dîlok û Rihayê ji bo firîna balafirên alîkariyê vekirî ne. Balafirgehên Mereş û Hatayê ji ber xesara çêbûyî ji firînê re hatiye qedexekirin. RÊBEJÎ Rêya di navbera Semsûr -Çêlikanê ji hatin û çûnê re hatine girtin. Pira Balik Burnu ya di navbera Semsûr -Çêlikan-Surguyê hilweşiyaye. Rêya Riha-Dîlokyoluyê vekirî ye. Îstîqameta Osmaniye-Dîlokê bi tevahî ji trafîkê re hatiye girtin. Rêya dewletê ya Hatay-Reyhanliyê bi tevahî hatiye girtin. Rêya di navbera Hatay-Kirikhan-Topbogazê de ji hatin û çûnê re hatiye girtin. Rêya di navbera Semsûr - Golbaşi-Meletî-Surguyê ji ber hezazê hatiye girtin. RÊHESIN Xetên rêhesin ên di navbera Ulukişla-Edene- Mersîn, Edene- Toprakkale, Yolçati-Amed, Yolçati-Xarpêt, Xarpêt - Tetwanê ji hatin û çûnê re vekirî ne. Xetên rêhesin ên di navbera Meletî-Çetînkaya, Meletî-Yolçatiyê ji bo rewşên lezgîn vekirî ne. Xeta di navbera Fevzîpaşa-Narli, Narli-Dîlok, Narli-Meletî ji hatin û çûnê re girtî ne.