Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar 2023-02-07 21:05:31   ENQERE - 5 partiyên siyasî têkildarî erdheja li 10 bajaran pêk hatî danezaneke hevpar weşandin. Li navçeya Bazarcix a Mereşê û li Dîlokê erdhejên mezin pêk hatin bandoreke giran li ser 10 bajaran kirin. Di encama erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan, bi hezaran kes mirin û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Di demeke ku bandora erdhejê didome de AKP, MHP, CHP, Partiya Îyî û HDP’ê bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop danezaneke hevpar weşandin. Şentop, da zanîn ku hemû saziyên Meclisê pêvajoyê jinêz ve dişopînin û wiha got: “Gelemperiya parlamenterên me ji bo şopandina xebatên li herêmên erdhejê û tev li xebatan bibin, çûne herêmê. Meclisa me hewl dide êşa gelê parve bike û birînên gel bipêçe. Her wiha bîlançoya giran a li welatên cîran jî em zêde xemgîn kirin. Em spasiya hemû welatiyên me yên ku alîkariya madî-manewî dayîn û tev li xebatan bûn dikin. Weke nûnerên pênc partiyên siyasî yên Meclisê, em li cem hemwelatiyên xwe ne û di xizmeta wan de ne.”