Heyeta HDP’ê li Islahiyeyê ye: A di bin kavilan de maye AKP-MHP ye 2023-02-07 21:06:25   DÎLOK- HDP, serdana Islahiyeyê kir ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye. Şandeyê anî ziman ku destûra alîkariyên ji derve tên nayê dayîn û got: “A k udi bin kavilan de maye desthilata AKP-MHP’ê ye.” Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Cîgira Hevserokatiya Giştî  ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Beycan Taşkiran, parlementerên HDP’ê Mûazzez Orhan Işik, Mahmût Togrûl û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana navçeya Islahiye ya Dîlokê kirin ku di erdhejê de ji nîviyê wê bêtir hilweşiyaye. Di serdanê de HDP’î û yên bi wan re destnîşan kirin ku desthilatê Islahiyeyê bê xwedî hiştine. Welatî gava çav bi heyete ketin giliyên xwe anîn ziman û gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in. 'A DI BIN KAVILAN DE MAYE HIKÛMET E’ Piştî serdana li navçeyê daxuyanî hat dayîn. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ku li vir axivî got ku li Islahiyeyê rûxandineke mezin heye. Togrûl da zanîn ku tîmên pispor nikarin xwe bigihînin vê rûxandinê û got: “Gel bi derfetên xwe cenazeyên xwe ji bin kavilan derdixe û mirov agahiyê ji komên tenduristiyê nagirin. A di bin van kavilan de maye, desthilata AKP-MHP’ê ye. Organîzasyon tune ye, plansazî tune ye. Rewşa li Bazarcixê, li Dîlok û deverên din jî heman rewş e.” 'MIROV CENAZEYÊN XWE DERDIXIN’ Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran pêşî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Hema bibêje piraniya bajaran jiyana xwe ji dest dane. Cihên mayî talûke ne. Cihekî ku mirov xwe lê bigire tune ye. Av, ceryan û telefon tune ye. Mirov bi derfetên xwe cihê mayinê peyda dikin. Mirov din ava kavilan de bi derfetên xwe ximên xwe bi saxî an jî mirî derdixin.” ‘RÊYAN VEKIN, BIL ALÎKARÎ BÊN’ Başaranê anî ziman ku li her derî bi vê dîmenê re rû bir û ne û got: “Çendî 24 saet di ser erdhejê re derbas bûye, tê gotin ku dê konên AFAD’ê hê nû bên danîn. Piştî 24 saetan em dibînin ku peywirdar tên bajêr. 24 saet derbas bûne lê hê jî nayê zanîn ku li vê navçeyê çend avahî hilweşiyane û çend kes di bin kavilan de mane. Di rê de me dît bê rê çawa xera bûne. Ev karesat li vî bajarî tenê çênebûye. Mirov ji bo xwe bigihînin vir pir li ber xwe didin. Îro ji bo em bên vir me pir li ber xwe da. Piştî wextekê rê girtî bûn. Ji bo vekirina van rêyan jî tu tiş nehatiye kirin.” 'KA RAYEDAR?’ Başaranê destnîşan kir ku mirov doza alîkariyê dikin û got: “Bang li rayedaran dikin, dibêjin ‘Xizmên me di bin kavilan de ne. Em ji birçînaî ji tîna û ji serma dimirin.’ Lê rayedarên alîkariya vir nakin, bi ser de jî piştevaniya gel asteng dikin. Dibêjin ji xeynî AFAD’ê kes nikare alîkariya vir bike. 24 saet derbas bûne, lê ka AFAD, ka konên AFAD’ê, ka nan, betanî, mamayên zarokan û amûrên paqijiyê? Liv ir tuwalet tune ne. Li her derî welatî dibêjin ‘Ka ev rayedar, ka alîkarî?’Em jî ji vir careke din bang dikin; vê astengiya li ber dilxwazan rakin.” 'EM BI ÊŞ Û RÛXANDINEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ NE’ Cîgira Hevseorkatiya Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiranê jî got: “Gelê me bi rûxandin û êşeke mezin re rû bir û ye. Gel dipirse ‘Ka dewlet?’ Gel bi êşa xwe û bi miriyên xwe re bi tenê maye. Wesayît tune ne ku gel cenazeyên xwe rake. Ragihandin Rewşa Awarte, astengkirina piştevaniyê ye. Gel seferber bûye, lê her derî astengî heye. Demildest divê li van deh bajaran ne Rewşa Awarte, ev der wekî herêma afete bên îlankirin. Divê lazmatiyên gelê me bên peydakirin.” Heyet paşê çû gundên Islahiyeyê.