Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin 2023-02-07 21:35:53   SEMSÛR – Li Taxa Yenîmahalle ya Semsûrê ciwanê bi navê Mert Kamer, piştî 37 salan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin. Li Semsûrê  ku bi sedan avahî hilweşiyane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên welatiyan û hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nava rojê de hatin bajêr, didomin. Li bajêr k udi bin gelek kavilan de mirovên sax hene, piştî welatiyan agahî dan li Yenîmahalleyê li nav kavilên avahiyeke sê qatî xebat hatin destpêkirin. Piştî 37 saetan ciwanê bi navê Mert Kamer bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.   Hat hînkirin ku bavê Kamer û du cîranên wan jî duh ji aliyê welatiyan ve ji bin kavilan bi saxî hatine derxistin û hê jî 3 kes di bin kavilan de ne.