HDP li herêmên Marmara û Egeyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû 2023-02-07 21:45:34   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Stenbol, Bursa, Kocaelî û Herêma Egeyê kom kirin ber bi herêmên erdhejê ve şand. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbol, Kocaelî û Bursayê di çarçoveya kampanyayê de alîkarî kom kir. HDP’ê, alîkariyên ku ji xurek û alavên jiyanî pêk dihat ji bajarên weke Amed, Riha, Meletî, Xarpêt, Mereş, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê re şand. Eleqeyeke mezin a gel ji bo kampanyayê hebû. Di çarçoveya kampanyayê de gelek xurek, tilûmên xewê, betaniye, mont, bot, cil û bergên zivistanê yên nehatine bikaranîn, bincil, gore, kum, stûmal, lepik, pateyên zarokan, pedên jinan, mamayên zarokan, sobeyên ceyranê û fenera destan û hwd. berhev kirin û ji herêmên erdhejê re şandin. Rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên HDP’ê kampanyayê didomînin û bang li welatiyan kirin ku yên dixwazin alîkariyê bikin bi rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan re peywendiyan danin. ÎZMÎR TIR’eke alavên alîkariyê yên ji navçeyên Alîaga û Menemen ên Îzmîrê hatine berhevkirin, ber bi Hatayê ve kete rê. Xebatên berhevkirina alîkariyan ên HDP’ê li 27 navçeyên Îzmîrê berdewam in. AYDIN Rêxistinên navend û navçeyan ên HDP’a Aydinê jî di çarçoveya xebatên alîkariyê de 4 kamyonên alîkariyê berhev kirin. Kamyon dê îşev saet di 00.00’an de ber bi Hatayê ve bên şandin. DENÎZLÎ Rêxistinên HDP’a Denîzliyê û navçeyên wê jî li navçeyên Merkezefendî û Pamukkaleyê TIR’eke alîkariyê kom kirin. Alîkariyên liv ir hatine komkirin jî saet di 19.00’an de ber bi Mereşê ve ketin rê. MANÎSA Rêxistinên HDP’a Manîsa û navçeyên wê di çarçoveya kampanyayê de 2 TIR’an alîkariya însanî berhev kirin. Di saetên nîvro de TIR’ek ber bi Mereşê ve kete rê û TIR’a din jî dê îşev saet di 00.00’an de ber bi Dîlokê ve bikeve rê. MUGLA HDP’a Mugla û navçeyên wê jî di çarçoveya kampanyayê de alîkarî kom kir û tê payîn ku sibe ber bi herêmên erdhejê ve bên şandin. HDP dê xebatên xwe yên alîkariyê li hemû navend û navçeyên Herêma Egeyê lê birêxistinkirî bidomîne.