Ji gelê Colemêrgê ruhê piştevaniyê 2023-02-07 21:50:23   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji bo welatiyên di erhejê de zirar dîtine ji aliyê HDP’ê û saziyên sivîl ên civakî ve kampanya hate destpêkirin. Piştgiriyeke zêde ji bo kampanyayê heye.    Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên li Colemêrgê ji bo piştevaniya kesên ji erdhejê bandor bûn li navenda Colemêrg, li navçeyên Gever û Şemzînanê bi daxuyaniyên çapemeniyê kampanyaya alîkariyê ragihandin. Dîsa hate ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya ji aliyê Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye destpêkirin ve welatiyên ku dixwazin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin dikarin biçin rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê malzemeyên dixwazin radestî wir bikin.    LI COLEMÊRGÊ PIŞTEVANIYA KOMUNAL     Li Colemêrgê welatiyan tevî barîna berfê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya ji aliyê rêxistinên sivîl ên civakî û HDP’ê hatiye destpêkirin ve dan û xwedî lê derketin. Gelê li bajêr bi xebateke komunal xwedî li kampanyaya alîkariyê derdikeve. Welatiyan ji kampanyaya li Colemêrg, navçeyên Gever û Şemzînanê hatiye destpêkirin re piştgiriya tilûmê xewê, betanî, mont, sol, cilên zivistanê yên nehatine bikaranîn, gore, kum, lepik, pedên jinan, mamayê zarokan, sobayên ceyranê, fenera destan û gelek pêdiviyên bingehîn ên jiyanî kirin.    ‘LI HERÊMA ERDHEJÊ DAXWAZA XEBATÊN DILDAR’   Li Gevera ku bi awayekî zêde alîkarî tê komkirin nêzî 70 welatiyên ku tecrubeya wan di înşaetê, merengoziyê, mamostetiyê û alîkariya ewil de heye ji bo li herêmên erdhejê dildarî bixebitin navên xwe nivîsandin. Gelek malzemeyên hatine komkirin tê payîn ku piştî şertên hewayî baş bin wê ji cihên erdhej lê qewimî re bê şandin.