Baroya Amedê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin 2023-02-07 21:58:56   AMED - Serokatiya Baroya Amedê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di encama erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên navendên wan Bazarcix  a Mereşê de gelek bajar bandoreke giran li ser çêbû. Serokatiya Baroya Amedê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Baroyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabeke banqeyê parve kir. Li ser hesaba fermî ya Baroyê ev peyam hate parvekirin: “Bi mebesta pêşwazîkirina pêdiviyên piştî karesata erdhejê ya li bajarê me qewimî derketin holê, hûn dikarin alîkariyê bo hesabên li hêr hatine destnîşankirin bişînin.” Serokatiya Baroya AMED’ê, TR37 0003 2000 0000 0080 4553 23”