Bûldanê serdana Semsûrê kir 2023-02-07 22:07:48 SEMSÛR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li Semsûrê li cihê cih rûxandinê raçav kir û guh li daxwaz û bertekên gel kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê kir. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay û Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul hevrêtî bi Bûldanê re kirin. Bûldan ku rûxandina li bajêr raçav kir, guh li daxwazên gel kir.    ‘LI KU NE?   Gel ku bi Bûldanê re axivî, gotin ku gava li rayedaran geriyane, rayedaran ji wan re gotiye, “Me telefona we qeyd kir, em ê li we vegerin”, lê kes li wan vengeriyaye. Dayikekê anî ziman ku gelek kes di bin kavilan de mane û ji serma mirine û got: “4 zarokên min çûn. Em hene, ka ew li kun ne?” Jineke din jî ku got “Ma ev heqê Semsûrê bû? Çima kes nehatiye? Ev qas mirov, ev qas zarok mirin” bêyî ku axaftina xwe temam bike giriya.    Gel wiha bertek nîşan da: “Li têketinê şorbe tê belavkirin, her kes berê me dide vir. Lê li vir tişek tune ye. Roja ewil jî wisa bû.”