Dîwarên Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî derizîne lê dîsa jî nexweş lê tên neqlkirin 2023-02-07 22:33:40   AMED - Li gel ku dîwar û stûnên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî derizîne jî nexweş lê tên neqilkirin. Xebatkarên tenduristiyê dan zanîn ku Wezareta Tenduristiyê  nahêle nexweşxane bê tehliyekirin. Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej pêk hatin û bandoreke giran li ser 10 bajaran kir. Yek ji wan bajaran jî Amed bû. Di encama erdhejê de dîwar û stûnên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî derizîn. Tevî vê xesarê jî hêjta mirî û birîndar lê tên veguhestin. SÊ BEŞ VEKIRÎ NE Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê, ji ber dîwar û stûnên derizîn heta niha gelek beş hatine girtin lê belê beşên venihêrîna awarte û emeliyatxane hêjta vekirî ne. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku serokhekîmê nexweşxaneyê xwestiye ku avahî were tehliyekirin lê bele Wezareta Tenduristiyê bi israr nexweşxaneyê vekirî dihêle. Xebatkaran destnîşan kirin ku dozgeriyê jî li nexweşxaneyê lêkolîn kiriye lê bele daxwazên wan hatine paşguhkirin. Hişyariyên ji bo erdhejê hêjta berdewam in. Xebatkarên tenduristiyê jî destnîşan kirin ku ew naxwazin di bin xetereyê de bixebitin.