TGC: Di bin kavilan de rojnamevan jî hene 2023-02-07 22:51:37         NAVENDA NÛÇEYAN - TGC’ê daxuyand ku di bin kavilan de rojnameger jî hene û got ku xwe nagihînin nûnerê xwe yê Îskenderûnê Akin Bodûr.    Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC), têkildarî rojnamevanên li herêmê bi nivîskî daxuyaniyek belav kir.    TGC’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Hatayê xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA) Îzzettîn Nazli û malbata xwe di bin kavilan de ne û xwe nagihînin Nûnerê TGC’ê yê Îskenderûnê Akin Bodûr.    Daxuyaniya TGC’ê bi vî rengî ye: “Niha em bi karesaeteke pir mezin re rû bi rû ne. Em ji bo xebatkarên xwe yên li bajarên ku erdhejê bandor li wan kiriye dimînin, dibêjin ‘derbasî be.’ Em êşa xizmên hevpîşeyên xwe hîs dikin. Em bi xembarî pê hesiyan ku li Hatayê xebatkarê DHA’yê Îzzettîn Nazli û malbata xwe di bin kavilan de ne. Bi tu awayî xeber ji Nûnerê TGC’ê yê Îskenderûnê Akin Bodûr nayê girtin. Em li bendê ne ku hevpîşeyên me yên di vî warî de xwedî agagî xwe bigihînin me. Em hêvî dikin ku bi deh hezaran welatiyên meyên ku li Hatayê û bajarên din di bin kavilan de ne, rojek berî rojekê  bên dîtin û tenduristiya wan sax bibe.”