Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye 2023-02-07 23:23:40 RIHA - Zarokê 6 salî Mustafa Abak ku di encama erdhêje de li Rihayê avahiya wan jî hilweşiya bû bi de û bave xwe ve di bin enkaze de ne û benda rizgarkirinê ne.    6’ê sibatê ber vê sibe di seat 04.20’an de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê êrdheja ku pileya wê 7,7 bû bandor li ser gelek bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê kir. Li Rihayê jî di encama erdehejê de gelek avahî li navend û navçeyan hilweşiya û heta niha, 48’kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 123 welatî birîndar bûn.    Li navenda Rihayê gelek avahiyan lêgerin qedya û dû avahiyan, avahiya li cadeya Îpekyolu û ya li taxa Yenisehir a navçeya Halilye lêgerîn berdewam dike. hejmara kesen ku di bin avahiye de mane naye zanîn. Xizmên kesen ku di bin enkaze de mane jî li ber enkaze agir vexistine û benda rizgarkirinê ne. Meta Mustafa  Abak ê 6 salî ku li ber enkaze bû bi lêv kir ku biraziyê wê, bira û birajna wê di bin enkazê de ne.    Her wiha lêgerîna avahiya li cadeya Îpekyolu jî berdewam dike û hejmara kesen di bin kavilê de mane ne diyar e. Nêzî 40 saetan e kesên ku di bin kavilê de mane li benda rizgarkirinê ne.