Dayika Elîf a 90 salî ev 2 roj in di bin xerabeyan de ye 2023-02-07 23:41:01   MELETÎ - Rêyên Taxa Orenê du roj piştî erdhejê hatibûn vekirin lê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Hat zanîn ku li heman taxê dayikeke 90 salî hêj jî di bin xerabeyên avahî de ye. Bîlançoya erdheja bi pileyên 7,7 û 7,5 a Bazarcix ên Mereşê her ku diçe girantir dibe. Hêj jî ji dehhezaran kesên di bin xerabeyên erdhejê de agahî nayên girtin. Şert û mercên hewayî yên nebaş jî xebatên heyî asteng dike. Li Meletiyê 166 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 298 kes jî birîndar bûne. RÊYÊN GUNDAN HATINE GIRTIN Li Meletiyê bênavber berf dibare û heta niha ji sedî 90’î rêyên gundên Argan, Şîro û Wêranşar hatine girtin. Li gel ku bi ser re du roj derbas bûne jî rê nehatine vekirin û hat zanîn kul i gund û taxan xesarên mezin çêbûne û bi dehan mirov di bin xerabeyan de ne. JI 600 AVAHIYAN TENÊ 10 LI SER PÊYAN MANE Rêyên Taxa Oren a Meletiyê du roj piştre hatin vekirin. Li taxa navborî ji bilî 10 avahiyan, tevahiya avahiyan hilweşiyan e. AFAD hêjta neketiye taxê û hat ragihandin ku bi dehan welatî di bin xerabeyan de ne. Welatiyên din jî ji ber ku cihê lê bimînin nîne, zehmetiyên mezin dijîn. JI BO TAXÊ TENÊ 3 KON HATIN ŞANDIN Şêniyên taxê bi ajansa me re axivîn û bertek nîşanî AFAD û hikûmetê dan. Şêniyan da zanîn ku ji bo xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tîmeke ji 8 kesan pêk tê hatiye şandin lê ew jî naxibitin. Bi domdarî şêniyan diyar kir ku leşkeran ji bo taxê tenê 3 kon anîne û şêniyên taxê bi derfetên xwe hinek cih çêkirine û li wir dimînin. Şêniyan got ku ev du roj in ceyran, av û nanê wan tune ye. JINA 90 SALÎ HÊJTA DI BIN XERABEYAN DE YE Hema hema hemû malên taxê hilweşiyan e û şêniyên taxê dan zanîn ku di bin xerabeyan de hêjta gelek kes hene. Şêniyan da zanîn ku dayika bi navê Elîf a 90 salî ku tu kesekê wê nîne, ev du roj in di bin xerabeyan de ne. Şêniyan got ku piştî avahiya dayika Elîfê hilweşiyayî, wan hewl dan bi derfetên xwe wê ji bin kavilan derxînin lê ji ber erdhejokan nekarîne bikevin nav xerabeyan de. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku di roja ewil a erdhejê de dengê dayika Elîfê bihîstine lê ber bi saetên êvarê ve êdî deng jê nehatiye. Koliya alîkariyê ya ku ji hêla Komeleya Mezûnên ODTU’yê ve hatiye şandin jî li şêniyên taxê hate belavkirin.