Erdogan piştî ragihandina OHAL’ê diçe herêma erdhejê 2023-02-07 23:52:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, piştî ragihandina OHAL’ê dê ji sibe ve li herêmên erdhejê bigere. Serokkomarê AKP’î li malbata Parlamenterê AKP’ê yê Semsûrê Yakup Taş geriya û sersaxî jê re xwest. Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku dê sibe li herêma erdhejê bigere. Erdogan di hevdîtinali ser telefonê de ev tişt anî ziman: “Bila serê me sax be, xwedê sebrê bide. Serê tevahiya malbata Taş sax be. Îşala dê sibe li herêma erdhejê bigerim. Ez ê bêm Semsûrê jî. Xwedê alîkarê me be. Ez ê serê sibehê dest bi serdanan bikim.”