Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne 2023-02-07 00:01:45   HATAY - Li Hatayê welatî nerazîbûna xwe ya ji bo kêmbûna xebatan nîşan dan û gotin: “Dengê me nagihê tu kesî. Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne.”   Li Hatayê ku bandor ji erdhejên Mereş û Dîlokê girt, mirov li ber kavilan e. Li Îskenderûn, Arsûz, Belen, Antakya, Defne, Samandag, Reyhanli û Kirikhanê bi sedan mirov bûn kavil. Li seranserê bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li morgên du nexweşxaneyên Îskenderûnê cih nemaye û cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin bi saetan di wesayîtên cenazeyan de tên sekinandin.    'LI ÎSKENDERÛNÊ DEWLET TUNE YE’   Welatî an di konan de ku bi derfetên xwe danîne an jî li qadên vala şeva xwe derbas dikin. Welatiyan got: “Tu alîkarî tune ye. Em lazmatiyên xwe bi derfetên xwe peyda dikin. Me xwe negihandiye tu rayedarekî jî. Nan tune ye, av tune ye. Tu lazmatiyên me nayên peydakirin. Li Îskenderûnê dewlet tune ye.”    'KES DENGÊ ME NABIHÎSE’   Li Arsûzê welatiyê ku piştî 8 saetn bi derfetên welatiyan ji bin kavilan hat derxistin got: “Bi tu awayî alîkariya me nekirine. Kes dengê me nabihîse. Miriyên me jî saxên me jî di bin kavilan de ne. Zarokên min û hevjîna min jî hê di bin kavilan de ne, lê kes alîkariya me nake.”    ‘EM TENÊ MIRIYAN BERHEV DIKIN’   Li Îskenderûnê kesên di tîmên lêgerîn û rizgarkirinê de cih digirin jî gotin: “Ekîpman tune ye, amûr tune ne, bi zanebûnî xebatkar tune ne. Em di van kavilan de tenê miriyan berhev dikin. Her der kavil in.”    Her wiha ji ber ku li Îskenderûnê ava behrê bilind bû, 98 kesên di erdhejê de birîndar bûn bi keştiyê anîn Lîmana Mêrsînê. Birîndarên ku tevî 30 refeqetvanan ji keştiyê hatin wergirtin, bi ambulansên li lîmanê sewqî nexweşxaneyên li Mêrsînê hatin kirin.    Li Lîmana Îskenderûnê ku piştî erdhejê agir bi depoya konteyneran ket, tevî hemû mudaxileyên tîman jî didome.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen