HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin 2023-02-08 00:46:43   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û şandeya pê re bi mebesta piştevaniyê çûn Hatayê ku xesareke mezin gihiştiyê. Li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,5’an erdhej pêk hatin û bandoreke giran li 11 bajaran kir. Yek ji van bajaran jî Hatay e. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta piştevaniyê ber bi Hatayê ve kete rê. Di nava şandeyê de HevberdevkaHDK’ê Esengul Demîr û HDK’iyên di mijarên destwerdana ewil û lêgerîn-rizgarkirinê de pispor û tenduristvan hene. HDK’ê kêliyên ku bi rê dikevin li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir û wiha got: “Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin û piştevaniyê bi hev re birêxistin bikin.”