51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin 2023-02-08 01:19:31   NAVENDA NÛÇEYAN - 51 birîndarên ji Mereşê hatibûn sewqkirin li nexweşxaneyên Stenbolê hatin bicihkirin. 51 birîndarên ku ji Mereşê bi balafira leşkerî hatibûn sewqkirin, anîn Stenbolê. Birîndar, li nexweşxaneyên cuda yên Stenbolê hatin bicihkirin. Nexweşxaneyên ku birîndar lê hatine bicihkirin wiha ne: “Nexweşxaneya Kanunî Sultan Suleyman, Nexweşxaneya Bajar a Başakşehîr Çam û Sakurayê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamîdiye Etfal a Şîşliyê, Nexweşxaneya Bakirkoyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê.”