Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin 2023-02-08 02:23:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku di bin kavilan de têkoşîna jiyanê didan, bi saetan piştre hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 10 bajarên ji erdheja Mereşê bibandor bûyîn didomin. Heta niha 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. 0 Kesên di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hatine rizgarkirin wiha ne: 01.17 Komên dilxwaz ên lêgerîn-rizgarkirinê yên Şaredariya Karacabey a Bursayê û personelên leşkerî li Meletiyê piştî 44 saetan ji bin kavilên avahiyekî jineke kal a bi navê Hanîfe bi saxî derxistin. 00.22  Zaroka bi navê Elîf a 7 salî li Mereşê ji hêla koma agirkujiyê ya ji Burdurê çûbû ve ate rizgarkirin. 23.35  Komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê li Mereşê zaroka 4 salî ya bi navê Beyza piştî 42 saetan rizgar kirin. 23.25  Li Taxa Bostanbaşiyê piştî 42 saetan, di bin xerabeyên Apartmana Ozpolatlar a 8 qat zarokên bi navên Berra Saribaş (10), Alptekîn Saribaş  (6) û welatiyê bi navê Bekir Dogan rizgar kirin. 23.18  Komên alîkariyê yên Şaredariya Umraniyeyê li Hatayê  jina bi navê Nehîr Îlkova ya ducanî piştî 40 saetan rizgar kirin. 23.18  Komên AFAD’ê li Taxa Sarimaziyê di bin xerabeyên avahiyeke du qet de welatiya bi navê Hala Nûrûllah a 50 salî rizgar kirin. 23.05  Madenvanên somayî ku li herêmên erdhejê hatine peywirdarkirin, li Mereşê kesê bi navê Fatîh Mehmet Gemcî yê 65 salî rizgar kirin. 22.26  Welatiyê bi navê Kerîm Can Bîter ku li Hatayê di bin xerabeyan de mabû, 37 saet piştre ji hêla komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ve hate rizgarkirin. 22.13  Li navçeya Îskenderûn a Hatayê, welatiyê bi navê Ferhat Gokçeoglû piştî 41saetan bi saxî hate derxistin. 22.00  Ji bin xerabeyên avahiyeke li Dîlokê hevjîn û cêwiyên wan hatin rizgarkirin. 21.57  Zaroka bi navê Amîne Elçîn a salek û nîvî û cêmiyê wê Ahmet Erbay, piştî 40 saetan ji bin xerabeyên Apartmana Bahar a 5 qatî ya li Bulwara Zubeyde Hanim a Rezanê hatin rizgarkirin. 21.20  Komên agirkujiyê yên ji Xarpêtê çûn Meletiyê, di bin kavilên avahiyekî de zaroka bi navê Aysîma Yilmaz a 12 salî piştî 40 saetan rizgar kirin.