Li Botanê seferberiya alîkariyê 2023-02-08 10:05:35   ŞIRNEX - Kampanyaya alîkariyê ya ku Şaredariya Silopiyayê daye destpêkirin, ji aliyê gelê Botanê ve rastî eleqeyeke mezin tê, bi sedan kesan ji bo ku biçin herêmên erdhejê serî li şaredariyê dan.    Bi erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê û bi pileya 7.7 û 7.6'an çêbûn, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî di bin kavilên avahiyan de li benda alîkariyê ne. Ji bo piştevaniya mexdûrên erdhêjê, Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) li her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku erdhej çebû, maseyên krîzê avakirin. Bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanya hatin destpêkirin. Li Şirnexê jî Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î seferberî îlan kir. Li gel banga şaredariyê konê berhevkirina alikariyê hate danîn, ji gund, tax û bajarokên herêmê bi hezaran kes di destê wan de alîkarî berê xwe didin şaredariyê. Heta niha bi hezaran pêdiviyên bingehîn hatine berhevkirin û ber bi cihên ku erdhêj lê çêbûye bi rê ketin. Her wiha gelek ajokarên TIR'an, xebatkarên tenduristiyê, kesên perwerdehiya AFAD'ê dîtine serî li şaredariyê didin ku biçin herêmê alîkariya mexdûran bikin. Li navçeyê dem bi dem anonsên alikariyê tên kirin.    JI TAXAN HETA GUNDAN SEFERBERΠ   Ji komîsyona krîzê ya Şaredariya Silopiyayê Mehmet Yalgetekîn, anî ziman ku gelê Botanê ji bo mexdûrên erdhêjê seferber bûye û wiha axivî: "Roja ku erdhêj çêbû, weke Şaredariya Silopiyayê me komîsyona xwe ava kir. Di vê komîsyona me de 5 kes hatin bicihkirin. Di serî de kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Me xwest ku di navbera Botan û herêmên ku erdhêj çêbûye de pirekê çêbikin û li ser vê pirê jî alîkariyên xwe bişînin. Di serî de betanî, doşeg, balif û xurek komkirin. Ev alîkariye rastî eleqeyeke mezin hat. Ji duh heta niha bi hezaran malbatên me xwe gihandin me. Li tevî hemû şert û mercên hewayî jî malbatan alîkariyên xwe anîn. Ew alîkariyên anîne em dijmêrin û dikin paket. Me heta niha TIR'eke ku ji balif û doşegan pêk tê tejî kir. Ev TIR'ên ku hatine jî pere nexwestin û bi dildarî alikariyê dikin. TIR'ên ku tên tejîkirin jî dê ber bi herêmê ve biçin. Ji hemû gund û taxên Silopiyayê alîkarî tê. Malbatên ku dixwazin alîkariyê bikin û nikarin bînin jî weke şaredarî em diçin tînin. Yên ku şûna xurek û kincan pere jî tinin hene. Lê em pere nastînin şûna pere em eşyayan distînin. Ji 7 salî heta 70'ê salî Botan seferber bûye. Niha gel di rêzê de ye ku alikariyê bikin. Em spasiya gelê xwe dikin. Kampanyaya me didome û em li benda alikariyê ne."    MUXTARAN ALIKARIYA MALBATAN DESTESER KIRIN   Endama komîsyonê Fehîme Sarûhan ku lîsteya dildarên ku biçin herêmê digire jî diyar kir ku, alikariyên ew kom dikin tên astengkirin û wiha got: "Malbatên me bi şev ve alikariyên xwe amade kiribûn. Serê sibehê dema ku em hatin şaredariyê malbatên me alikariyên xwe anî bûn. Çend personel, makîneyên me, kamyonek a molozê çûye cihê herêmê. Alîkarî niha bênavber berdewam dike. Bi sedan ciwan hatine ku alikariya me bikin. Ji van ciwanan ên ku di nava taxan de alikariyê kom dikin û di konan de alîkariyan paket dikin hene. Tiştê ku neyê bikaranîn em jê digirin. Weke bangawazî jî em dibêjin bi taybetî mamayê zarokan û ped hebin. Ji ber ku niha tiştên herî pêwîst ew in. Ji bilî wê betanî, qapût bînin. Pêwîstiyên jinan kêm in. Di nav alikariyê de divê ku ew jî hebin. Her wiha ji me re astengiyê jî derdixin. Heta niha çend malbat hatin û gotin ku muxtaran alikariyên me ji me standine û mudexele kirine. Malbatan xwestine ku bînin şaredariyê lê muxtarên taxan pêşiya malbatan girtiye û ji wan re gotiye ku bibin qeymeqamtiye. Piştre ji wan standine û bi xwe re birine. Malbat hatin pirs kirin û pişt re çûn alikariya xwe anîn dan şaredariyê. Malbat dibêjin ku alikariya ku em dikin bila şaredarî bibe. Ji ber ku gelek deran hê mudexele nehatiye kirin."   HETA NIHA BI SEDAN KESAN SERLÊDAN KIR   Sarûhan, diyar kir ku heta niha ji bo çûyina herêma erdhejê bi sedan serlêdan girtine û hişyarî ji gel re kir ku tiştên ku tên bikaranîn bila neyê şandin û wiha domand: "Heta niha 7 xebatkarên tenduristiyê bi me re ketin têkiliye û dixwazin ku biçin cihê herêmê. Her wiha 6 ajokarên TIR'ê bi TIR'ên xwe ve hatin û gotin em dixwazin bi TIR'ên xwe alîkariya we bikin. Her wiha 50'î kesên ku dixwazin biçin wê derê alikariyê bikin hene. Her wiha 10 hevalên ku perwerdehiya AFAD'ê dîtine hene. Yê ku serlêdan dikin em ê bişînin. Alikarî didome. Em dixwazin ku êşa gelê xwe parve bikin. Dem dema destê hev girtinê ye."   JI CIWANAN BANGAWAZÎ   Her wiha 50'î xwendekarên zanîngehê ku hatine cihê alikariyê bi lêv kirin ku niha berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê ciwanan û bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan û ji bo alikariyê seferber bibin.    MA / Zeynep Dûrgût