Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye 2023-02-08 10:09:39   SEMSÛR - Welatiyên li Semsûrê li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne wiha bertekên xwe anîn ziman: “Semsûr dem û duz bûye. Li navenda Semsûrê 80-90 hezar mirî hene. Hikûmet, dewlet, ceyran, av, gaza xwezayî, nan tune ye.”    Erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê ye, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bû sedema karesatek mezin. Li Mereş, Semsûr, Dîlok, Meletî, Amed, Riha, Hatay, Osmaniye, Kilîs û Edeneyê her saeta ku diçe bîlançoya miriyan û birîndaran zêde dibe. Li van bajaran bi hezaran kes hê di bin kavilan de ne. Xelkê Semsûrê ku bi encama dijwar a erdhejê re rûbirû ma bertek nîşanî nebirêvebirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê da.   BAJAREK TUNE BÛYE    Welatiyên ku li Semsûrê li ber avahiyek bûye kavil disekinin wiha nerazîbûna xwe anîn ziman: “Navê Semsûrê nemaye. Semsûr dem û duz bûye. Ji sedî 90’ê Semsûrê tune bûye. Hikûmet, dewlet, ceyran, av, gaza xwezayî, nan tune ye. Gelê me birçî ye, perîşan bûye, em nikarin cenazeyên xwe derxin. Xebata rizgarkirinê tune ye. Em bi derfetên xwe cenazeyên xwe derdixin.”    ROJNAMEVAN LI HALÊ WAN NAPIRSIN    Welatiyek li ber kavilan sekinî ye diyar kir ku kekê wî, jinbara wî û biraziyên wî di bin kavilan de mane û rojnamevanên medya tirk ku hatine bajêr li derd û daxwazên wan guhdar nakin û wiha got: “Em nikarin xwe bigihînin kesî. Em dibêjin lê rojnamevan dengê me ranaghînin. Hatine ku reklama xwe bikin. Em jeneratoran dixwazin lê dibêjin tune ye. AFAD li ku ye?”   ‘DEWLET QEDIYAYE’    Welatiyek din destnîşan kir ku 22 sal in dengê xwe dide Tayyîp Erdogan û got: “Me gelek baweriya xwe pê anî lê me îro dît ku çiqas ne ji dil in û li pey xapandina me ne. Dewletê gelek bi hêz nîşan dan, lê dewlet îro li vir qediyaye.”    ‘PARLAMENTER Û WALÎ LI KU NE’    Welatiyan nerazîbûn nîşanî rayedarên dewletê û îktidarê dan û vê pirse kirin: “Parlamenter, walî li ku ne?”    LI BENDA ZAROKÊN XWE YE    Jinek ku li ber kavilan sekinî ye û hêsir ji çavên wê dihatin xwarê wiha got: “Em dikin û nakin nikarin xwe bigihînin rayedaran. Du zarokên min di bin kavilan de ne.”    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin