Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve! 2023-02-08 10:31:51 DÎLOK - Li navçeya Islahiyeyê ku nîviyê wê di erdhejê de hilweşiyaye, ji 4 malbatan 14 kes ji ber ku kon bi dest wan neketine xwe li dikanekê girtine, gotin: "Em li nan û avê digerin, bi dest me nakeve."    Nîviyê navçeya Islahiye ya Dîlokê ji ber erdheja li Mereşê hilweşiyaye. Li navçeyê welatî şeva xwe li derve li derdora agir, di wesayîtên xwe û di konan de ku bi erfetên xwe danîne derbas dikin. Li navenda navçeyê ji 4 malbatan 4 kes ku di dikaneke yekqatî û 10 metrekareyî de dimînin, rewşa li bajêr didin der.    ‘NAN BI DEST ME NAKEVE'   Ji van 14 kesan Alaaddîn BAştemûr anî ziman ku pir zehmtiyê dibînin û got: "Em li benda alîkariyê ne. Nan tune, xwarin tune. Alîkarî pir kêm e. Em li nan digerin, li avê digerin bi destê me nakevin." Baştemûr bilêv kir ku li cihekî yekodeyî 14 kes dimînin û got ku li benda alîkariyê ne.    'KON NEDANE'   Baştemûr diyar kir ku alîkarî nehatiye navçeyê û kon nehatine dayîn û got: "Em û zarokan li vir îdare dikin. Em diçin li mirovên xwe yên di bin kavilan de dinêrin û tên. Em di dikaneke kevn de ne. Em li vir hewl didin li çara serê xwe binerin. Em her tiştî bi derfetên xwe dikin."    MA / Mujdat Can