HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand 2023-02-08 10:35:27   AMED – Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê dest bi belavkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiribûn kir. Li herêmên ku ekîbên AFAD’ê hejmara wan lê kêm jî komên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin.    Ji ber erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê, li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê texrîbateke mezin çêbû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo mexdûrên erdhejê alavên bingehîn berhev kir, nêzî 30 TIR’ên alîkariyê bo herêmên erdhejê şand. Li herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê lê kêm bûn jî tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şand. Hinek TIR’ên ku HDP’ê ji bo herêmên erdhejê şandin, di rê de ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.    ‘DIVÊ HEMÛ KES ALÎKARIYÊ BIDE’   Tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên ku Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ber bi herêmên Mereş, Dîlok, Semsûr û Rihayê ve şandin, dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin. Komên ku ber bi qadên erdhejê ve hatin veguhestin, di heman demê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peywendiyan datînin. Rayedarên Koordînasyona HDP’ê ku li hemû bajaran kampanyaya alîkariyê dimeşînin, dibêjin ku bi taybet jî pêdivî bi av, nan û pêdiviyên bingehîn hene.    ’30 TIR BI RÊ KETIN’    Rayedarên Navenda Koordînasyona Krîzan dan zanîn ku ji îro ve 30 TIR’ên alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve hatine şandin. Rayedaran destnîşan kirin ku ji bilî deverên ku erdhejê bandoreke giran lê kirî, rêxistinên wan ên li tevahiya herêma Çukurovayê tev li xebatan bûne û tevî astengiyên tên derxistin jî nasekinin. Rayedaran, destnîşan kir ku divê kesên dixwazin bi dilxwazî tev li xebatan bibin û TIR’ên ku alîkariyên xurek û hwd. dibin neyên astengkirin. Rayedaran wiha got: “Li gel ku HDP’ê qebûl kir alîkariyên heyî bi AFAD’ê re belav bike jî, astengkirin berdewam in.” Rayedarên HDP’ê di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku ji bo belavkirina alîkariyan û piştevaniyê tev li xebatan bibin.    Rayedaran got ku piştevaniya li ser hejmarên ragihandinê tên dê raste rast ji mexdûrên erdhejê re bên şandin û herêmên alîkariyê lê belav dikin jî wiha destnîşan kir:    “Ji Wêranşarê bo Semsûrê 5 hezar nan, ji bo Bazarcixê 5 hezar nan; ji Amedê bo Bazarcixê 2 hezar nan, 5 hezar av, 220 betaniye; ji Wanê bo semsûrê TIR’eke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Erdîşê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn hate şandin; ji Mêrdînê bi Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Stenbolê bo Mereşê 2 TIR’ên alavên bingehîn; ji navçeya Kulu ya Konyayê TIR’eke alavên bingehîn; ji Edîrneyê bo Meletî û Mereşê 4 TIR’ên ji alavên bingehîn pêk tên; ji Êlihê bo Semsûrê 71 kamyonên alavên bingehîn; ji Wanê bo Meletiyê kamyoneke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Şirnexê bo Dîlokê kamyoneke (30 ton) komirê; ji Bazîdê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Agiriyê jî 2 kamyonên alavên bingehîn hatin şandin.”