Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan 2023-02-08 10:42:44   NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê da zanîn ku ji serê sibehê saet saet 06.15’an ve, di encama erdhejên navendên wan Mereş de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 6 hezar û 234 kesan û hejmara birîndara jî bû 37 hezar û 11 kes.    Di 6’ê çileyê de li navçeya Bazarcix a Mereşê serê sibehê saet di 04.17’an de û nîvro saet di 13.24’an de bi pileya 7.6’an du erdhej çêbûn. Li Dîlokê jî bi pileyên 6.4 û 6.5 erdhej çêbûn. Erdhejê bandoreke mezin li ser Mereş, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê kir.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku heta niha herî kêm 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.