Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne! 2023-02-08 11:02:40   DÎLOK - Mûsa Koseyê ku li Islahiyeyê ji bin kavilan hat derxistin, anî ziman ku ji bin heman kavilê peyama "em sax in" hatiye, lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tune ne.    Navçeya Islahiye ya Dîlokê ku ji ber erdheja li Bazarcixa Mereşê nîviyê wê hilweşiyaye, gel rojeke zor ûz ehmet a din jî derbas kir. Li navçeyê ku tîmên AFAD'ê piştî 20 saetan hatin sewqkirin, ji bin kavilan gelek cenaze hatin derxistin, lê ji ber kêmbûna tîman fikar zêde dibin. Welatiyan ku gotin "em bê xwedî hatin hiştin", bertek nîşanî dewlet û desthilata AKP'ê didin.    Mûsa Kose ku ji bin kavilên Apartmana Sefayê ya li Taxa Ataturkê hat derxistin, da zanîn ku ji duh heya niha 4 cenaze û birîndarek hatine derxistin û herî kêm 15 kes hêm jî di bin kavilan de ne. Kose bilêv kir ku ên di bin kavilan de peyama "Em sax in" şandine, lê heya niha tu mudaxile nehatiye kirin û got ku rayedar hê jî nehatine navçeyê. Kose anî ziman ku li navçeyê welatî bi derfetên xwe tiştinan dikin û ev tişt ragihandin: "Ji derv nan nayê. Gava nan û kon bên, dê mirov bihêwirin. Mirov an diçin gund an jî di wesayîtên xwe de dimînin. Li kuçeyan agir tên vêxistin. Pirsgirêka herî mezin sotemenî ye. Li tu derî tûp tune ne. Kes nikare amûrên zarokên xwe wergirin. Li vir mêrik bi bêcemeyê xwe ji bin kavilan derketiye. Demildest divê kon bên danîn û mirov bihêwirin. Em dixwazin çi bi saxî çi jî mirî xwe bigihînin mexdûran. Çi ji destê me bê em bikin."    Jina bi navê Gullu ku ji Dîlokê hatiye navçeyê, got ku gava hatiye tu xebat li navçeyê tune bûne. Gulluyê diyar kir ku ji UMKE, AFAD û serokkomartiyê re nivîsandine, lê bersiva "li her derî xebat tên kirin" û got: "Lê bajarê min Islahiye perçe perçe bûye. Ripîrast bûye. Dilê me, kezeba me dişewite. Aliyê me bikin, tiştina bikin."    'DEMA RAYAN NEYÊN'   Gullu destnîşan kir ku bil tu kes "dema reyan" neyê cem wan û wiha domand: "Ka em bêjin çi, êşa me giran e. Me 6 kes spartin axê. Em bi wan cenazeyan re razan, kes nehat. Rayedar tên mêze dikin, lê tu tiştî nakin. Ma ev dewlet ev qas e? Li her derî her tişt heye, çima li vir tune ye? Hê jî di bin kavilan de mirov hene, lê kes tune ye."    MA / Mujdat Can