Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin 2023-02-08 11:14:45   SEMSÛR - Xelkê Semsûrê bi armanca ku rayedar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nakin, ber bi Walîtiya Semsûrê ve meşiyan. Rayedar di bin parastina polîsan de ji avahiya walîtiyê hatin derxistin.    Yek ji bajarê ku erdhejên dijwar lê qewimî ne Semsûr e. Mexdûrên erdhejê tevî hewa sar li derve dimînin û tiştek nabînin xwe pê germ bikin. Xelk ji ber avahiyên hilweşiyayî naçe. Ji binê gelek kavilan qêrîna hawarê tê. Hê jî li Semsûrê xebata lêgerîn û tirzgakirinê têr nake. Xelkê Semsûrê ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayê kirin, li dijî îktidarê bi hêrs e.    DI BIN PARASTINA POLÎSAN DE JI AVAHIYÊ DERKETIN    Xelkê ku kêliyek jî ji ber kavilan naçe, bi armanca ku xebata rizgarkirinê nayê kirin heta Walîtiya Semsûrê meş li dar xist. Bi sedan kesên li ber avahiya walîtiyê kom bûn, waliyê Semsûrê Mahmût Çuhadar protesto kirin. Rayedar bi parastina polîsan ji avahiyê hatin derxistin.    Welatî li ber avahiya walîtiyê disekinin.    Xelkê Semsûrê duh jî heta walîtiyê meşiyabû û bertek nîşanî walî û îktidarê dabûn. Walî Mahmût Çuhadar keniyabû û xwe parastibû.