Alîkarî digihîje Semsûrê 2023-02-08 12:30:52   SEMSÛR - TIR’ên alîkariyê yên Kurdistaniyan komkirin digihijin Semsûrê. Maseya krîzê ya HDP’ê jî xwarinê û vexwarinê dide mexdûrên erdhejê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Semsûra ku yek ji bajarên zêde avahî lê hilweşiyane ye maseya krîzê ava kir. Di maseya krîzê ya li Malacemê ya Taxa Yenîşehîrê hatiye avakirin de ji mexdûrên erdhejê re alîkariya xwarin û vexwarinê dike.    Li aliyê din alîkariyên ji Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê hatine komkirin jî bi TIR’an digihijin bajêr. Alîkariyên hatine bajêr belavî mexdûrên erdhejê tên kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ku ji bajarên derdorê hatine piştgiriya alîkariya lezgîn didin welatiyan.