Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin 2023-02-08 15:01:53   SEMSÛR - Kesên li Semsûrê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn li korîdorên yekane nexweşxaneya li bajêr xizmetê dide tên sekinandin.    Li Semsûrê kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin tînin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Ji ber yekane nexweşxaneya bajêr ku xizmetê dide temamê kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne li korîdorên polîklînîkê û li erdê û li ser sedyeyan tên sekinandin. Gelek birîndarên ku tînin nexweşxaneyê li ser piyan derman dikin û ji nexweşxaneyê derdixînin.    Malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane li ber deriyê nexweşxaneyê disekinin. Di nexweşxaneya ku gelek cenaze tê de ne de gel li ber morgê disekine. Li nexweşxaneya ku bi balyeyan kifinan tîninê malbat ji bo nasên xwe teşhîs bikin li ber nexweşxaneyê disekinin.    Hate hîn bûn ku gelek cenaze radestî malbatan hatiye kirin. Cenazeyên hatine radestkirin, ji bo ku bên definkirin birin gundên derdorê.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal