Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin 2023-02-08 15:09:32   ENQERE - Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku îktîdar li şûna destwerdan û alîkariyan organîze bike, hewl dide xwe biparêze û wiha got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê lê seferberiya civakî ye.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 3 mehan li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Tifaqa Ked û Demokrasiyê têkildarî erdhej û OHAL’ê daxuyaniyeke nivîskî da.    AKP’Ê GEL TERKÎ MIRINÊ KIR    Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ser erdhejê re 55 saet derbas bûn lê hêjta jî bi hezaran ked di bin xerabeyan de ne û ev tişt hatin parvekirin: “Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xelas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Îktîdara AKP-MHP’ê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûye. Li şûna mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHAL’ê re hewl dide ne gel lê xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev îktîdar ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Îktîdara AKP-MHP’ê bi OHAL’ê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdar veşêre û îktîdara xwe biparêze. Ya ku divê bihata kirin ne OHAL lê seferberî ye.    EM Ê VÊ HILWEŞÎNÊ BI HEV RE RAKIN     Em ê zextên bi OHAL’ê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê lê ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, sûcekî li dijî gel û jiyanê ye. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”