Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin 2023-02-08 15:30:12   ENQERE- Serokkomar Erdogan ku piştî îlankirina Rewşa Awarte çû herêma erdhejê, gel guh lê nekir. Erdogan got ku dê 10 hezar TL'yî bidin mexdûrên erdhejê.    Serokkomarê AKP'î Erdogan piştî 57 saetan çû navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê. Gel diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in û bertek nîşan dan. Erdogan ku gel guh lê nekir, ji rojnamevanên li Bazarcixê re got: "Ez bi taybetî ji we dixwazim ku ji xeynî daxuyaniyên navenda AFAD'ê keysê nedin provakatoran. Ez dixwazim ku hevalên min ên çapemeniyê keysê nedin van provakasyonan."    Erdogan daxuyand ku 8 hezar û 574 kesî jiyana xwe ji dest daye û 49 hezar û 133 kes birîndar bûne. Erdogan anî ziman ku di roja duduyan a erdhejê de serdestî bi dest ketiye û ji bo gel doza sebr û deyaxê kir. Erdogan got: "Li vir, sebr û deyaxa ku welatiyê min, gelê min ji bo van karesatan nîşan daye çawa be, ez bawer dikim ku dê ji bo vê karesatê jî heman sebr û deyaxê nîşan bide."    Her wiha Erdogan anî ziman ku bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne û dê ji budçeya ku ji aliyê Wezareta Xezîne û Maliyeyê hatiye veqetandin, 10 hezar TL li mexdûrên erdhejê bê belavkirin.