Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû 2023-02-08 16:32:14   COLEMÊRG - Bi mebesta piştevaniya bi gelê li herêmên erdhejê re, xelkê herêma Serhedê seferber bû. Welatiyên ku alav û amûrên alîkariyê li TIR û kamyonan bar dikin, ber bi herêmên erdhejê ve dişînin.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 erdhej çêbûn. Erdhejan li 11 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji herêmên ku bi mebesta piştevaniya bi herêmên erdhejê re kampanya lê hatiye destpêkirin jî herêma Serhedê ye.    Di vê çarçoveyê de kampanyayên alîkariyê yên li herêmên Colemêrg, Wan, Mûş, Îdir, Agirî, Bedlîs, Qers û Erdexanê bênavber didomin.    COLEMÊRG    Li Colemêrgê ev 2 roj in xebateke pir mezin tê kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, da zanîn ku di encama xebatên du rojan de hemû avahiyên wan ên navend û navçeyan bi alav û amûrên alîkariyê tije bûne. Dede, da zanîn ku alavên hatine komkirin li TIR’an tên barkirin û dişînin herêmên erdhejê. Dede, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em bi karesateke mezin re rû bi rû ne. Bi qasî ku ji destê me tê em ê alîkariyan kom bikin. Heke em gel li xwe xwedî derbikevin dê bikarin birînên xwe derman bikin. Em dikarin bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin.”   Ji xebatkarên kampanyayê Kerem Bakin ku alîkariyên tên Rêxistina HDP’a Geverê kolî dike jî anî ziman ku gel bi hestiyariyeke mezin tevdigere. Endama Meclisa Jinan a HDP’a Geverê Şadiye Kirmizigul jî bang li gel kir ku xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin û piştevaniyê xurt bikin.    WAN   Platforma Ked û Demokrasiyê û Baroya Wanê jî kampanyayên cuda dan destpêkirin. Alavên alîkariyê yên platform û baroyê berhev kirin, di saetên şevê de bi 4 TIR’an ber bi herêmên erdhejê ve hatin şandin. Alîkariyên ku li TIR û kamyonan hatin barkirin dê îro dîsa di saetên êvarê de ber bi herêman ve bên şandin.    Ji parêzerên Baroya Wanê Emrah Borazan got ku duh 2 TIR’ên alîkariyê şandine herêmê. Borazan, diyar kir ku îro jî dê TIR’eke alîkariyê ku ji av, mamayên zarokan û xurekên bingehîn pêk tê, bişînin navçeya Nurheq a Dîlokê. Her wiha endamên platformê jî dan zanîn ku duh TIR û kamyoneke alîkariyê şandine herêmê û di nava di rojan de zêdetirî 2 TIR’ên alîkariyê kom kirine.    Di heman demê de li Mûş, Îdir, Agirî, Bedlîs, Qers û Erdexanê jî bi pêşengtiya HDP’ê alîkarî hatin berhevkirin û ber bi herêma erdhejê ve tên şandin.