Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin 2023-02-08 16:39:15   WAN - Di encama erdhejê de malbateke ji Wanê ku ji 10 kesan pêk dihat, li Semsûrê di bin avahiya hilweşiyayî de ma û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên malbatê îro hatin definkirin.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6’an erdhej çêbû. Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Semsûr bû. Di encama erdheja Semsûrê de ji heman malbata wanî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên endamên malbatê li Wanê hatin definkirin. Welatiyên bi navên Diyar, Şîrîn, Mecît, Ayşe, Şeyhmus, Kevser, Nîsanûr, Dîlan, Narîn û Meryem Yorgun di erdheja 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest danû cenazeyên wan îro anîn Wanê. Cenazeyên welatiyan îro piştî wecîbeyên olî, li goristana Taxa Çorevanîs a navçeya Rêya Armûşê bi girseyî hatin definkirin.