Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-08 16:48:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Bijîşkên Tirk ragihand ku di encama erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dane.    sYekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku di encama erdheja li sê navçeyan de 10 hempîşeyên wan jiyana xwe ji dest dan. TTB’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahî parve kirin û wiha got: “Pisporê Cerrahiya Giştî Dr. Alî Ekrem Tunçer li Meletiyê, Serokê Odeya Bijîşkan ê Semsûrê yê berê Dr. Şerîf Ayaz, ji hekîmên Nexweşxaneya Dewletê ya Hataya Nû Dr. Alper Sezer Aba, Pispora Nexweşiyên Sing ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê Dr. Fatma Tosun, ji bijîşkên Klînîka Tipa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê Bijîşka Pispor Leyla Surmelî Eyvaz, Seroka Beşa Zanista Sereke ya Cerrahiya Sing a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Prof. Dr. Tulîn Durgun Yetîm, Dr. Alî Ozturk ê li Semsûrê dixebitiya, Dr. Burcu Şahîn, Dr. Eyup Turkmen û Dr. Ahmet Îrfan Gedîk li Edeneyê jiyana xwe ji dest dan.”