Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin 2023-02-08 16:56:12   NAVENDA NÛÇEYAN – AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, piştî 24 saetan dê bên definkirin.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) da zanîn ku dê cenazeyên nasnameya wan nekarîn tespît bikin, 24 saetan bên sekinandin û piştî ku nimûneyên DNA û şopa tiliyê û wêneyên wan hatin kişandin, dê bên definkirin.    AFAD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Pir girîng e ku nasnameya welatiyên me yên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dayîn tavilê bên tespîtkirin û radestî xizmên wan bên kirin. Li gorî vê yekê dê kar û barên mirinê di asta serdozgeriyên bajar an jî navçeyên lê ne bên kirin û ji bajar û navçeyên din re neyên şandin. Dê bi girtekên hêzên ewlekariyê bê destnîşankirin bê ka cenaze ji kîjan avahî hatiye derxistin, tevî vê girtekê bişînin nexweşxaneyê û di girteka şandina cenazeyê de were destnîşankirin bê ka xizmên wan kî ne, heke xizmên wan nekarîn cenazeyan tespît bikin dê îcar nimûneyên DNA, xwîn û şopên tiliyan bên girtin. Piştre jî dê 24 saetan bên sekinandin. Heke xizmên wan nehatin dîtin jî dên definkirin.”