2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin 2023-02-08 20:45:29   DÎLOK - Jinên bi navên Ayşegul Karagoz û Buşra Kayadîbî ku ev du roj bûn di bin xerabeyan de, di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên piştî erdhejên Dîlok û Mereşê berdewam in. Di encama xebatên li Nûrdagiyê de 2 jinên ku ev 3 roj bûn di bin xerabeyan de hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên ji tîmên lêgerînê hatine bidestxistin; di bin kavilên avahî de hêjta 2 kesên dijîn hene. Xebatên lêgerînê yên li bajar didomin û bi kamerayên termalê jî lêgerîn tên kirin.