Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî 2023-02-08 21:07:50   AMED – 4 qamyon erzaqên ku li Amedê 4 esnaf ew di nava xwe de kom kirin, ji bo ji Semsûr û Bazarcixê re bên şandin, şandin ji Maseya Krîzê ya HDP’ê re. Li Amedê komek esnaf û ciwan, di nava xwe de 4 qamyon erzaq berhev kirin ji bo Semsûr û Bazarcixa Mereşê. Erzaqên hatin komkirin ji Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hat şandin, da bigihîne Semsûr û Bazarcixê. ‘EM BIBIN DENG’ Esnafekî din ava kampanyayê de got: “Ji bo em bibin dengê gelê xwe em ê her tiştî bikin. Niha bi sedan mirovên me di bin kavilan de ne. Heya ji destê me bê em bibin deng. Em ji bo kampanyayê bang li hemû gel dikin. Em ji gelê xwe rica dikin, em vê alîkariyê xurt bikin.”