Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne? 2023-02-08 21:10:50   RIHA - Di kavilê Hotêla Avşar a li Meletiyê hilweşiyabû de 6 kes hatin derxistin. Dayikek ku li benda lawê xwe ye ku ji binê kavilê bê derxistin bertek nîşanî têrnekirina xebatan da û got: “Me bi salan deng da AKP’ê, lê niha li ku ye?”    Li navçeya Çermiktî ya Meletiyê ji ber erdhejê Hotêla Avşar jî hilweşiyabû. Gelek kes di bin kavilê hotêlê de ne. Îro 6 kes ji bin kavil hatin derxistin. Hat zanîn ku 5 welatî mirî bûne. Li ser kavilê hotêlê xebata lêgerîn û rizgarkirinê didome. Tê gotin hê jî 12 kes di bin kavilê avahiyê de ne.    ‘ME EWQAS DENG DA AKP, NIHA LI KU NE?’   Malbatên kesên di bin kavilê hotêlê de ne nerazîbûn nîşanî têrnekirina tîmên rizgarkirinê didin. Dayikek ku li ber kavilê hotêlê li bendê ye lawê wê ji bin kavil bê derxistin nerazîbûn nîşanî îktidarê da û wiha got: “Me bi salan ewqas deng da AKP’ê, lê gelo niha li ku ne?”    3 roj in ji ber ku berf tê xebata rizgarkirinê zehmet dibe. Piştevanî kêm e û lewma welatî bi hewldanên xwe xebatên rizgarkirinê didomînin.    MA / Firat Can Arslan