Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e 2023-02-08 21:54:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Bikarhinêrên medyaya civakî yên Tirkiyeyê di xwegihandina Twîtterê de pirsgirêkan dijîn. Ji Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê Hiqûqnasê Înformatîk Prof. Dr. Yaman Akdenîz da zanîn ku ji bo Twîtter û Tîktokê sepana tengkirina bandê ketiye meriyetê. Bikarhinêrên înternetê li Tirkiyeyê di xwegihandina medyaya civakî ya Twîtterê de pirsgirêkan dijîn. Ji saet 16.06’an ve gelek îxbarname hatin kirin. Bikarhinêrên medyaya civakî dibêjin ku parvekirinên têkildarî alîkarî û pêdiviyên mexdûrên erdhejê li ser Twîtterê parve dikin. Bikarhinêr dikarin bi bikaranîna VPN’ê xwe bigihînin Twîtterê. Têkildarî mijarê heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. TENGKIRINA BANDÊ Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê Hiqûqnasê Înformatîk Prof. Dr. Yaman Akdenîz  têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: “Tirkiyeyê ji bo platformên medyaya civakî yên Twîtter û Tîktokê sepana tengkirina bandê xist meriyete. Di hiqûqa tirk de gelek qanûn hene ku destûrê didin vê sepanê. Qanûneke ku destûrê dide sepana ‘tengkirina bandê’ bi awayekî keyfî were bikaranîn, heye. Di  vê mijarê de raye xistine destê Serokkomariyê. Ez parvekirinên xwe li ser VPN’ê parve dikim. Li şûna qedexe û bisînorkirinê, divê bi qasî ji dest tê înternet vekirî be, bilez be û bêkota be. Banga min ew e ku demildest dev ji vê sepana tengkirina bandê berdin.” SIYASETMEDARAN BERTEK NÎŞANDAN Di heman demê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî li ser hesabên xwe bertek nîşanî vê sepanê dan. Siyasetmedaran ev sepan, weke zilm, bêwijdanî û hewldana veşartina rastiyan pênase kirin û gotin: “Hûn nikarin pêşî li ber piştevaniya gel bigirin.”